Guardian: Amerîkayê pêbaweriya berê êdî tine ye
Rojnameya Guardian çapa Inglîzê nivîsî: Reftara Donald Trump a seyr û ecêb û guhertinên ji nişka ve di siyasetên wî de nîşan didin ku pêbaweray cîhanî bo Amerîkayê kêm bûye.
Rojnameya Guardianê tekez kir ku divê Yekîtiya Ewropî vê derfetê bi kar bîne û rola rêberiyê li cîhana piştî Amerîka bide istûyê xwe. Guardian bal kişand ser guhertinên tund ên bazarên darayî piştî biryarên Trump û nivîsî: Ev alûgur gelek sûd û qezenc tenê ji çend kesên taybet re hebûye.
Peyama Trump li tora civakî derheq dema guncav jibo kirînê û paşve vekişîna wî ji biryara tarîfeyan mînaka alozbûna siyaseta aborî ya Amerîkayê ye.
Ev analîzê hişyariyê did ku u Ewropa li şûna ku pişta xwe bi Amerîkayê ve girêde, divê zirûfên xwe yên aborî û siyasî bikar bîne û di warên wekî teknolojiya paqij û sîyasetguzariya aborî de pêşengiyê bike. Di dawiyê de Guardian ê destnîşan kir: Cîhan hewcetî heye bi alternatîfek bi îstîqrar û bawerpêkirî û divê Ewropa rolê xwe pêk bîne.