Parlimanterekî almanî ji Erdogan rexne kir
Nîsan 06, 2025 16:09 Asia/Tehran
Endamekî Parlimana Ewrûpayê yê almanî xwest ku têkilîyên YEyê û Serokomarê Tirkîyê bên sekinandin.
Mîşayîl Galer got: Heta dema ku Imamoglu Şaredarê Istenbolê desteserkirî ye, divê ku têkilîyên sîyasî yên YEyê yên digel Erdogan tam bên sekinandin. Ev kara dê zext û zoreke giran bixe ser Erdogan lê ez piştgirîyê nadim sekinandina tam a peywendîyên tev Enqerê.
Desteserkirina Imamoglu bû sedema pêleke nerazîbûnên berfire li seranserê Tirkîyê. Li gorî gotina Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê, heta nika zêdeyî 1800 kes ji piştgirên Imamoglu hatine desteserkirin.