Adar 10, 2025 16:21 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Trump jiyana bi mîlyonan kesî li cîhanê xistiye xeterê

Tora Sky News`ê di raportekê de amaje bi biryarên Trump di 50 rojên ewil ên serokkomariya wî de kir û û ragihand ku biryar û siyasetên Trump jiyana bi milyonan kesî li cîhanê xistiye metirsiyê.

Hikûmeta Trump ku tenê 50 roj in li ser  bi desthilatbûna wê re derbas dibe bi rawestandina sedî 90`ê alîkariyên derve bo welatên din, jiyana bi milyonan kesî li seranserê cîhanê xistiye tengasiyê û bi vê kiryarê, çalakiyên bi sedan rêxistinên alîkariyê li seranserê cîhanê têk biriye.

Hin xebatkarên  saziyên xêrxwaziyê weke berteka li himber  kiryara Trump a qutkirina alîkariyên ji bo saziyên alîkariyê gotin ku biryara Trump mîna şerê biyolojîkî  li dijî bi hezaran mirovên hewcedar li  cîhanê ye. Trump  hevdem ku  qanûnan didirîne, êrişî hevalbendên Amerîkayê dike û li kêleka dijminên wê disekine û ev siyaset bûye sedem ku bawerî bi Amerîkayêpir kêm bibe.

Hinek karzanan jî gotine ku siyasetên Trump dê bibe sedema gurbûna hevrikiyên çekan li seranserê cîhanê ji ber ku êdî ti welatek li cîhanê hest bi ewlehiyê nake.

Serepeyv