Bersiva serokwezîrê Girînlendê bo Tramp: Em nayên firotinê
Adar 05, 2025 18:10 Asia/Tehran
Mût Êgêdê, serokwezîrê navçeya Girînlendê, bersiva Tramp da û got: Em nayên firotinê û nayên kirrînê.
Donald Tiramp, serokomarê Amerîkayê, di axiftina xwe ya li Kongirê de careka din li ser vîna hikûmeta xwe ji bo zêdekirina înlendê ser Amerîkayê û kontrolkirina Panamayê pêgîrî kir.
Mût Êgêdê bi rexneya ji axiftinên Donald Tiramp, serokomarê Amerîkayê ragihand ku ew nayên firotin. Wî xitabî Tiramp got: Em ne dixwezin amerîkî bin ne jî danmarkî, ji ber wê divê amerîkî û serokê wan vê mijarê fêm bikin. Serokwezîrê Girînlendê got: Em careka din bi zelalî radigihînin ku em nayê kirrînê. Em ê bixwe li ser dahatiya xwe ya li Girînlendê biryarê bidin ne ku serokomarê Amerîkayê.