Sibat 18, 2025 19:10 Asia/Tehran
  • Lihevkirina Amerîk û Rûsiyê li ser pêkanîna tîma astbilind ji bo aştiya Ûkraynê

Wezîrên Karên Derve yên Amerîka û Rûsiyê di civînekê de li Riyazê, li ser pêkanîna tîmeka payebilind ji bo muzakireya li ser aştiya li Ûkraynê li hev kirin.

Marko Robiyo, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê got: Bidawîhatina şerrê li Ûkraynê hewcetî bi lihevkirina hemî alîyan heye. Marko Robiyo got ku bidawîhatina şerrê li Ûkraynê divê ji aliyê hemû aliyan ji wan Ûkrayn, Ewrûpa û Rûsiyê were qebûlkirin. Wî li ser boykotên ku li ser Rûsiyê hatine sepandin got, ev kar ji ber êrişa Rûsiyê ser Ûkraynê bû.

Wî pêgîrî kir: Yekîtiya Ewrûpayê jî divê rojekê were ber maseya gotûbêjan ji ber ku wan jî hin boykot dijî Rûsiyê sepandine. Ev hevhatina li Riyazê li dû gotûbêjên bidûhev di navbera rayedarên her du welatan da pêk hatiye û armanca wê kêmkirina kêşeyan li navçê û peydakirina rêçareyeka dîplomatîk ji bo qeyrana Ûkraynê ye. Sêrgêy Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyê jî piştî bidawîhatina muzakirê got: Amedebûna hemû aliyan ji bo dewama gotûbêjan bona girtina pêşiya qeyranan girîng e.

Serepeyv