Dengvedana merasima 22yê Behmenê li medyayên cîhanê
Merasim û meşa pirrcoş a taybet bi roja 22yê Behmenê ya gelê Îranê bi awayekî berfire li medyayên navçe û cîhanê deng veda.
Ajansa Nûçeyan a Associated Pressê di vî warî da nivîsî: Bi dehan hezar îranîyan bi cejn û merasimekê salvegera 46an a serketina Şoreşa Islamî ya di sala 1979ê da pîroz kirin. Ev, yekem meş ji dema serokomarbûna dubare ya Trump li Amerîkayê û kempêyna wî ya ``zexta herî zêde``dijî Têhranê tê hesêb.
Ajansa Nûçeyan a Riyanovesîtîyê jî vîdyoyek di vî warî da weşand û ragihand: Li Têhranê meş û merasimên berfire bi boneya salvegera 46an a serketina Şoreşa Islamî li Îranê hatin lidarxistin.
Ajansa Nûçeyan a Beltayê jî ragihand ku Alêksander Lokaşenko Serokomarê Bilarûsê îro di peyamekê da salvegera 46an a Şoreşa Islamî li Mesûd Pêzêşkîyan Serokomarê Îranê û gelê vî welatî pîroz kir.
Waşîngton Postê jî bi vê serdêrê bala xwe da ser merasima bi boneya roja 22yê Behmenê: Trump li Qesra Spî, îranî salvegera Şoreşa Islamî ya di sala 1979ê da pîroz dikin.
Ajansa Nûçeyan a Reutersê jî wiha bala xwe da ser pişikdarîya gelê Îranê di merasima taybet bi roja 22yê Behmenê; salvegera serketina Şoreşa Islamî: Mesûd Pêzêşkîyan Serokomarê Îranê dîyar kir ku Amerîka di hewla ji bo mukizreya digel Têhranê da rastbêj nîne. Donald Trump Serokomarê Amerîkayê hefteya buhurî kempêyna zexta herî zêde ser Îranê da dîsan dest pê kir.