Xwenîşandana berfireh a dijî Netaniyahu li Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353255-xwenîşandana_berfireh_a_dijî_netaniyahu_li_amerîkayê
Bi sedan xwenîşander li ber Koşka Spî kom bûn û nerazîbûna xwe li hember serdana Binyamîn Netanyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst nîşan dan. Xwenîşanderan plana Donald Tiramp a koçberkirina filistîniyan ji Zîvala Xezzê jî protesto kirin.
(last modified 2025-02-05T11:24:35+00:00 )
Sibat 05, 2025 14:23 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana berfireh a dijî Netaniyahu li Amerîkayê

Bi sedan xwenîşander li ber Koşka Spî kom bûn û nerazîbûna xwe li hember serdana Binyamîn Netanyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst nîşan dan. Xwenîşanderan plana Donald Tiramp a koçberkirina filistîniyan ji Zîvala Xezzê jî protesto kirin.

Xwenîşanderan pankartên ku li ser wan nivîsandibûn Filîstîn nayê firotin û Divê Netanyahu bê darizandin, li hember cinayetên cengê yên Îsraîlê dijî gelê Filistînê nerizamendiya xwe nîşan dan. Wan bi qêrîna dirûşman, daxwaza girtina Netanyahu bi tawana cinayetên cengê û jînûsaydê kirin. Xwenîşanderan her wiha li hember siyasetên Donald Tiramp, serokkomarê Amerîkayê yên ji bo piştgiriya ji Rejîma Siyonîst nerazîbûn nîşan dan.