Sibat 05, 2025 17:53 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana berfireh a dijî Netaniyahu li Amerîkayê

Bi sedan xwenîşander li ber Koşka Spî kom bûn û nerazîbûna xwe li hember serdana Binyamîn Netanyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst nîşan dan. Xwenîşanderan plana Donald Tiramp a koçberkirina filistîniyan ji Zîvala Xezzê jî protesto kirin.

Xwenîşanderan pankartên ku li ser wan nivîsandibûn Filîstîn nayê firotin û Divê Netanyahu bê darizandin, li hember cinayetên cengê yên Îsraîlê dijî gelê Filistînê nerizamendiya xwe nîşan dan. Wan bi qêrîna dirûşman, daxwaza girtina Netanyahu bi tawana cinayetên cengê û jînûsaydê kirin. Xwenîşanderan her wiha li hember siyasetên Donald Tiramp, serokkomarê Amerîkayê yên ji bo piştgiriya ji Rejîma Siyonîst nerazîbûn nîşan dan.

Serepeyv