Gurrbûna qeyrana şîdeta li dijî jinan li Inglîzê / Işkesta hikûmetê di warê cihanîan sozên xwe
Şîdeta li dijî jin û keçan li Ingilîsê bi awayekî bêmînak zêde bûye û sozên berdewam yên hukûmetên vî welatî ji bo çareserkirina vê qeyranê heya niha bêencam bûne.
Rapora nû ji NIvîsgeha Neteweyî ya Hesaban a Inglîzê nîşan dide ku pênc yekê sûçên tomarkirî yên li Ingilîsê û Wêlzê girêdayiyê tundiya li dijî jin û keçan ve ye û di sala buhurî de, zêdetirî 123 hezar raporên destavêtin û şîdeta cinsî li vî welatî li dijî jinan hatine tomar kirin. Ev rêje pêka salên derbasbûyî sê bermbare bûye lê rêjeya mehkûmkirina kesên sûçdar tim li paş e. Ev rapor her wiha nîşan dide ku stratejiyên hikûmeta Inglîzê ji bo girtina pêşiya tundûtûjiya li dijî jinan li vî welatî, ji ber nehevahengiya di navbera saziyên curbicur û nebûna siyaseteke tam û tekûz û hevdeng de, neghêştiye encameke baş.