Jordexistina 49 xwefirên Ukraynê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353176-jordexistina_49_xwefirên_ukraynê
Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê îro Înê bi daxuyaniyekê derbarê jordexistina xwefirên Ukraynê li ser navçeyên curbicur ên wî welatî agahî da.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 31, 2025 09:49 Asia/Tehran
  • Jordexistina 49 xwefirên Ukraynê

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê îro Înê bi daxuyaniyekê derbarê jordexistina xwefirên Ukraynê li ser navçeyên curbicur ên wî welatî agahî da.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand ku sîstema berevaniya hewayî ya vî welatî  49 xwefirên  Ukraynê li ser navçeyên  Rostov, Volgograd, Kursk, Yaroslavl, Belgorod, Voronj û Krasnodarê îmha kirine. Di daxuyaniya Wezareta  Berevaniyê ya Rûsiyê  de  hatiye ku Moskow rawestana li ber armancên dijmin ser esmanê vî welatî daniye nav destûrkara xwe.