Tiramp, serokomarê 47`an ê Amerîkayê
Donald Tiramp, şeva buhurî li Kongireya Amerîkayê, wekî serokomarê 47`an ê Amerîkayê sond xwer.
Piştî sondxwerina Donald Tiramp, ev bû serokomarê 47`an ê Amerîkayê. Komîsyona Peywendiyên Derveyî ya Sênaya Amerîkayê jî diyarkirina Mark Robiyo, wekî wezîrê karên derve yê nû yê Amerîkayê û Pît Hêgsêt, wekî wezîrê berevaniya Amerîkayê pejirand.
Donald Tiramp, serokomarê nû yê Amerîkayê, hinekî piştî merasima sondxwerinê, bi dehan fermanên cihanînê wajo kir. Tiramp di fermaneka cihanînê de fermana derketina Amerîkayê ji Saziya Cîhanî ya Tendirustiyê wajo kir. Derketina ji Hevhatina Av û Hewayê ya Parîsê û îbtalkirina boykotên dijî bajaroknişînên tundrê yên Rejîma Siyonîst û ragihandina rewşa awarte li sînorên başûrî yên Amerîkayê ji wan fermanan bû ku Tiramp ew wajo kirine.
Di eynî demê de Saziya Cîhanî ya Tendirustiyê li bara karê Tiramp ya dijî vê saziyê mixabiniya xwe diyar kir û ragihand ku hevkariya di navbera Amerîkayê û Saziya Cîhanî ya tendirustiyê de ser xêra tendirustî û tenahiya bi mîlyonan kesan li gişt cîhanê ye.
Ji hêla din ve wezîrên daraiyê yên Yekîtiya ewrûpayê jî wek berteka li hember axiftinên Tiramp derbarê sepandina baca gumrikê li ser îtalata kelûmelên Ewropayê ragihandin ku em ê ligel rêveberiya Tiramp rastî kêşeyên aborî ve bên.
Êmanoêl Mekron, serokomarê Firansayê jî ji Ewrûpayê xwestiye bona kêmkirina girêdayîbûna ji hêla ewlehiyê ve ya li Amerîkayê, xercên xwe yên berevaniyê zêde bike.
Merasima sondxwerina Tiramp di bin tiwdîrên giran ên ewlehiyê û bi xercê 250 mîlyon Dolaran, merasima herî pirrxerc a sondxwerinê di dîroka Ameîrkayê de bû.