Lavrov: Peymana di navbera Rûsiyê û Îranê de modeleke danûstandina di navbera welatên serbixwe de ye
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê peymana nû ya di navbera vî welatî û Komara Îslamî ya Îranê de mînaka peywendiyên welatên serbixwe wesif kir
Sergey Lavrov Wezîrê Derve yê Rûsiyê bal kişan d ser peymana Berfireh a Stratejîk a hevpar a Îran û Rûsiyê û got: Ev peyman mînaka têkiliyên welatên serbixwe ye.Li gorî gotina Lavrov, ev peyman mînaka çawaniya hevkariya di navbera dewletên serbixwe ye. Wî tekez kir : Ev peyman mînakek e ji bo pêkanîna peywendiyan di navbera welatên serbixwe û wekhev de.Vladimîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê û hevtayê wî yê îranî Mesûd Pizişkiyan roja Înê li Moskowê Peymana Berfireh a Stratejîk a Hevpar a Îran û Rûsiyê wajo kirin.Wezîrê karên derve yê Îranê jî bal kişand ser vê yekê ku bingeha peymana Îran û Rûsiyê pirtir aborî ye. Wî got: Peywendiyên Îran û Rûsiyê heta niha baş bûne û dê baştir jî bibin.