Çile 15, 2025 18:15 Asia/Tehran
  • Agirwemirîner li Kalîforniyayê kêm in

Agirpêketina li Kalîforniyayê di halekî da didome ku kêmbûna alavên agirkujîner, nebûna agirwemînerên pispor û ji kar ketina şîrên agirwemirandinê yên taxan ji ber nebûna avê hîna jî pirsgirêkên vî navçeyî ne.

Medyayên amerîkî gotine ku av bi qasê têrê li başûrê Kalîforniyayê ji bo sekinîna li hember şewata li daristanan heye lê binavahiyên li bajaran ji bo sekinîna li hember şewatên wiha mezin bi qasê têrê nehatine amadekirin. Ji ber kêmbûna hêzên agirwerîner, zêde ji hezar zîndanî wekî agirkuj û hêzên alîkarîgîhandinê hatine bikaranîn.

Medyayekî amerîkî kêmbûna miaşan sedema kêmbûna hêzên agirwemirandinê li Kalîforniyayê daye zanîn. Kompaniya hewanasiya amerîkî ya Êkîvodêr, xisara ji ber şewata giran a Losancilêsê, 250 heta 275 Mîlyard Dolar nirxandiye. Ev şewata ku ji Sêşemiya hefteya buhurî ve destpê kiriye, nêzî 25 mayliya bakûrê navenda bajarê Losancilêsê qewimî û sedema netemirîna wê hîna nehatiye ragihandin.

Serepeyv