Çile 14, 2025 18:56 Asia/Tehran

Servîsa Neteweyî ya Hewanasiyê ya Amerîkayê, ragihand ku li navçê bayên guj destpê kirine û dê şewat gurtir bibe. Vê rêxistinê li Losancilêsê pêhişyariya rewşa xeternak a taybet ragihand.

Vegera bagerên ser navê Santa Anas ligel nema pir kêm di navbera ji sedî 8 û 15`ê de dikare pêşveçûna sê şewatên mezin ên ku hîn jî li duyemîn bajarê herî mezin ê Amerîkî gur dibin zêde bike. Ev şewat heta niha 14 hezar û 117 hektarî şewitandiye û 24 kes mirine û 16 kes jî bêserûşûn bûne û tenê sedî 33`ê êgir hatiye kontrolkirin. Karbidestan pêhişyarî dan ku pêkan bayên Santa Anas vegerin, û pêhişyariya hewayê qeyranî ya di dema şewatê de wê heta roja Çarşemiyê bidome.

 Ajansa Rêvebiriya Lezgîn a Federal a Amerîkayê ragihand ku paqijkirina kozî û  bermahiyên şewata wêranker a li Losancilêsê li eyaleta Kalîforniyayê wê zêdetirî 6 mehan bidome. Ji aliyeke din ve jî rayedarên Amerîkayê ragihandin ku, li taxên Losancilêsê yên ku ji ber şewata Eyton û Palîzêydê ketine ber şewatê, nêzî 50 kes ji aliyê polîs ve hatine desteserkirin ku ji bo talankirina mal û milkên xelkê û xirabkirin û binpêkirina qanûnan li derdorê digeriyan. Şewatên li eyaleta Kalîforniyayê ya Amerîkayê di halekî da dewam dikin, dilnîgeraniya ji ber bayê gujj û qutbûna alîkariyan piştî rêveberiya nû, rewş aloztir kiriye. Şewata wêrankir a li Losancilêsa eyaleta Kalîforniyayê ya Amerîkayê, di demsala sar de û di dema veguhestina desthilata siyasî ji Demokratan bo Komarxwezan, vediguhere şewata herî pirrxerc a di dîroka Amerîkayê de ku li gorî medyayeka Amerîkayê, 150 milyar dolar xisaret ji bo wê hatiye pêşbînîkirin.

Serepeyv