Hilbijartina serokê nû yê Gurcistanê
Kanûn 14, 2024 17:14 Asia/Tehran
Civata hilbijêran a Gurcistanê berbijarê partiya desthilatdar a vî welatî wek serokomarê nû hilbijart.
224 nûner ji 300 nûnerên Civata Hilbijêran ya Gurcistanê Mixaîl Kavla Şoylî wek serokomarê nû yê vî welatî hilbijartin.
Serokkomrê nû yê Gurcistanê di rewşekê de hat bijartin ku xwenîşandana li dijî partiya desthilatdar a bi navê Xewna Gurcistanê didome û Salome Zurabşîvili, serokkomara niha ya Gurcistanê, gotiye ku ew piştî dawîbûna dewra xwe yê terka serokkomariyê neke.
Piştî guhertina Destûra Bingehîn a Gurcistanê di sala 2017an de ev cara yekem e ku serokkomarê vî welatî ne bi dengê rasterast yê xelkê, belku bi dengê 300 endamên Civata Hilbijêran tê bijartin.