Zelenskî pêşnîyara agirbesa digel Ûrsêtê qebûl nekir
Kanûn 12, 2024 18:06 Asia/Tehran
Serokwezîrê Hîngarîyayê dibêje ku Serokomarê Ukraynê pêşnîyara wî welatî ya pêkanîna agirbesê di sala nû ya zayînî da qebûl nekirîye.
Vîktor Orban Serokwezîrê Hîngarîyayê li şebekeya civakî ya X`ê nivîsî. Di dawîya dewra serokatîya Hîngarîyayê ya YEyê da, me hewlên nû ji bo pêkanîna aştîyê da. Me pêşnîyara pêkanîna agirbesê di kirîsmesê da û lihevguhertina êxsîran raber kir, lê mixabin Zelenskî bi aşkirayî ew pêşnîyara qebûl nekir. Ya ji destê me hat, me kir.
Orban berî vîya derbara rêçareyên şerê Ukraynê da bi Viladimîr Pûtîn Serokomarê Ûrsêtê ra qise kiribû. Orban pêgirî kirbû ku yê erkdarîya xwe ya aştîparêzîyê li Ukraynê bidomîne.