Hikûmeta Fransayê hilweşya
Nûnerên Fransayê dengê na dan Serokwezîrê vî welatî
Parlimana Fransayê bi piraniya dengan, baweriya xwe ji hikûmeta vî welatî betal kir. Bi betalkirina dengê pêbaweriyê ya Parlemana Fransayê ji hikûmeta vî welatî, Mîşêl Barniye serokwezîr hat wêdebirin û hikûmet bo cara yekem di 60 salên derbasbûyî de tê hilweşandin. Hêjayî gotinê ye ku ji sala 1962’an û vir ve, ev cara yekem e ku parlemana Neteweyî ya Fransayê bi vî awayî dengê xwe dide hilweşayana hikûmetê.
Qanûndaneran sedema nerazîbûna xwe li hember pejirandina bûdceya neteweyî ya sala 2025’an ji aliyê Barniyê ve ku bêyî dengdan li parlemanê hat kirin, ragehandine.
Ev dengdan derbeyek giran li Serokomarê Fransayê Emanuêl Mekron xist ku di Îlona derbasbûyî de piştî lidarxistina hilbijartinên pêşwext Barniyê wek serokwezîr destnîşan kiribû.