Kanûn 03, 2024 18:25 Asia/Tehran
  • Amerîka agirê şêrr li Ukrayînê dadide

Berdevkê koşka serokomartîya Ûrsêtê got: Dewleta Amerîkayê bi raberkirina alîkarîya leşkerî ya nû bo Ukraynê, armancên xwe yên berê dişopîne û bi curekî agirê şêrr geş û gurr dike.

Dîmîtrî Peskov Berdevkê koşka serokomartîya Ûrsêtê dîyar kir ku hikûmeta nika ya Amerîkayê di dawîn rojên desthilatdarîya xwe da hemî hewla xwe xistîye dewrê ta ku agirê pevçûnan gurrtir bike û pêgirî kir ku alîakrîyên leşkerî yên di rê da yê ti bandorekê li demajoya alûguran û dînamîka li xetên şêrr nekin.

Berdevkê koşka serokomartîya Ûrsêtê herwiha ragihand ku endametîya Ukraynê di NATOyê da ji hêla Ûrsêtê va nayê qebûlkirin û gefek dijî Moskowê ye.

Peskov wek berteka hibmerî gotinên Olaf Şûltz Serokwezîrê Almanê, derbara berdewamkirina piştgirîya ji Kîyêvê da jî pêgirî kir ku rêvebirên ewrûpî dil hene rêbaza xwe ya têkderane ya tund û gurrkirina qeyrana Ukraynê bidomînin. 

Serepeyv