Kanûn 03, 2024 18:23 Asia/Tehran
  • Senders: Netanyahu cinayetkerê cengê ye

Senatorê serbixwe yê eyaleta Vermont a Amerîkayê got ku hikûmeta Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst mijûlê cinayetên cengê û ramalîna nijadî li Xezzeyê ye.

Bernî Senders Senatorê serbixwe yê eyaleta Vermont a Amerîkayê ber bi Benyamîn Netanyahu va gotîye ku hûn bi birçîhîştina gel û qirrkirina bi dehan hezar kesên sivîl himber terorîsmê şêrr nakin.

Senders bal kişand ser gotinnê Moşê Ye`lon Wezîrê Cengê yê berê yê Rejîma Sîyonîst ku gotibû:``Hikûmeta Benyamîn Netanyahu û rayedarên nika yên Israyîlê di halê pêkannîa cinayeta cengê li Zîvala Xezzeyê da ne`` û got: Ez ji serok û rêvebirên din ên leşkerî yên Israyîlê dixwazim ku tevlî wî bibin û dengê xwe bilind bikin. 

Ye`lon gotîye ku armancên ku Netanyahu dişopîne, yanî dagirkirina Xezzeyê, xistina wê herêmê ser Erdên Dagirbûyî û ramalîna etnîkî, cinayetek e ku nayê efûkirin, cinayeta ku ji hêla kabîna tundrê ya sîyonîst va tê kirin. 

Serepeyv