Ûrsêtê ji ber basên veguhestina çekên atomî bo Ukraynê rexne kir
Mijdar 26, 2024 16:22 Asia/Tehran
Cîgirê Serokê Konseya Ewlehîya Netewî ya Ûrsêtê ragihand, biryara welatên rojavayî ji bo veguhestina çekên atomî bo Ukraynê, bi awateya amadekarîya ji bo şerê navokî hibmer Ûrsêtê ye.
Dîmîtrî Medvedev Cîgirê Serokê Konseya Ewlehîya Netewî ya Ûrsêtê derbara gotinên vê dawîyê têkildarî ihtimala veguhestina çekên navokî bo Kîyêvê da ragihand: Veguhestina rastî ya çekên hanê bi wateya êrişa tam ser welatê me ye, çawan ku di xala 19 ya sîyasetnama me ya pêşîlêgiritina navokî da hatîye û dûhatên karekî wiha tam aşkira ne.
Cîgirê Serokê Konseya Ewlehîya Netewî ya Ûrsêtê herwiha got: Sîyasetvan û rojnamevanên amerîkî bi awayekî ciddî basa dûhatên dayîna çekên navokî ber destê Kîyêvê dikin.