Dengên wekhev ên Trump û Herris bereberê helbijartinên sibê
Encama Rapirsiyeke medyayî ya Amerîkayê nîşan daye ku berbijarên Partiyên Komarîxwaz û Demokrat di bereberê hilbijartinên vî welatî de ne ûli hin babetan dengên wekhev bi dest xistine.
Encama rapirsiya New York Postê ku îro hatiye weşandin, nîşan dide ku Donald Trump, berbijarê Komarîxwazan li hilbijartinên serokkomariyê û Kamala Herîs, hevrika Demokrat,hevrikiyeke hesas li berenerê hilbijartinan hene. Her du berbijar beriya hilbijartinên roja sêşemiyê sedî 49 ê dengan bi dest xistine e. Eva di halekê de ye ku sedî 2 yên bersivdayî gotine dê dengê xwe bidin berbijarekî din.
Çavrêtiya beşdarên vê rapirsiyê ji Trump û Herîs jibo baştirkirina kuwalîteya jiyana amerîkiyan mîna hev e û her yek sedî 44 ê dengan bi dest xistine lê berbijarê Komarîxwazan di warê zelalbûna stratejya aborî sedî 1.2 ji hevrika xwe ya demokrat pêştir e