Amerîka çavê xwe ser cinayetên Îsraîl girtiye
Cotmeh 11, 2024 19:29 Asia/Tehran
Nûnerê hertimî yê Rûsiyê ê li NY ragihand ku Amerîka çavên xwe ser cinaytên dagirkeran girtiye.
Vasîlî Nebenziya êrişa Rejîma Siyonîst ser hêzên UNIFILê cinayeta cengê da zanîn û got Rejîma Siyonîst zêdekirina kêşeyan dewsa dîplomasiyê bijart.Vasilî Nebenziya got ku Moskow piştgiriya xwe ya tam û tekûz ji hêzên vê rêxistina navneteweyî radigihîne.Nebenziya di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY de bal kişand ser wê yekê ku Rûsiye hîn jî di wê baweriyê de ye ku agirbesa li Zîvala Xezeyê tişta herî sereke ye ku divê Konseya Ewlehiyê ji bo bidestxistina wê hewl bide.Wî her wiha got: Ev dê bibe sedema arambûna rewşa leşkerî-siyasî li Lubnanê û hemû Rojhilata Navîn.