Li Kurêskê 400 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin
Wezareta Parastinê ya Rûsyê ragihand ku di rojekê de bi sedan leşkerên Ukraynê li navçeya Kurêskê hatine kuştin.
Wezareta berevaniya Rûsyê ragihand ku hêzên çekdar ên Ukraynê şeva buhurî 400 leşker û 19 wesayîtên zirxî ji dest dane.
Artêşa Rûsyê ragihand ku hêzên wî welatî di encama ya ku dije êrişa mezin a li navçeya Korêskê tê binavkirin da, 2 gundên ku ji aliyê hêzên Ukraynê ve hatibûn girtin, xistin bin kontrola xwe.
Wezareta berevaniyê ya Rûsyê ragihand, hêzên vî welatî her du navçeyên xelktêde yên Uspenovka û Borkî ji destê Ukraynayê derxistin û careke din kontrol kirin. Li aliyê din Ukrayn îdia dike ku kontrola wê li ser sed gundên herêma Kurskê li qadeke ji hezar û 300 kîlometre çargoşe heye; Mijareke ku çavkaniyên ûris wê red dikin.