Îlon 10, 2024 07:57 Asia/Tehran
  • Kirêmlîn: Moskowa tu planekê ji bo çareserkirina pirsgirêka Ukraynê red nake

Berdevkê nivîsgeha serokkomartiya Rûsyayê ragihand: Moskowa tu planekê ji bo çareserkirina pirsgirêka Ukraynê red nake.

 

 

Dîmitri Peskov, di daxuyaniyekê de ragihand: Moskowa ti planekê ji bo çareserkirina mesela Ukraynê red nake, lê divê  ji hûrgiliyên wê  agehdar be, hêlên giştî yên çareserkirina qeyrana Ukraynê bi rêyên aştiyane heta niha nehatine dîtin Di vê derbarê de ti gotin ji aliyê Rojava ve nehatiye kirin.

Li daxûyaniya nivîsgeha serokomartiya Rûsiyê  derbarê hewildanên derve ji bo bandora ser hilbijartinên vî welatî, hatiye: Kiryarên ku hatine kirin, îhtîmala van babetan bi sînor kiriye.

Di vê daxuyaniyê de hatiye: Tevî  hewildanên çend welatan ji bo çêkirin berbendan divê  mijara  xirabkariya li Nord Strîmê were hilkolandin.

Muhtemel e serokkomarê Rûsiyê  Vladimîr Pûtîn li ser mijarên ewlehiyê bi nûnerên welatên BRICS re hevdîtin pêk bîne

 

Serepeyv