Kîyêv di bin agirê êrişên Ûrsêtê da Li seranserê Ukraynê ceryan qut bû
Mdyayeke ukraynî raghiand ku dengê teqînê li paytextê û şarên din ên vî welatî hat bihîstin.
Rojnama Kiyev Indipendent`ê nivîsî ku hevgavê êrişa Ûrsêtê ya bi mûşek û xwofiran, dengê teqînan li Kîyêvê û şarên din ên seranserî Ukraynê hatîye bihîstin.
Herwiha zingila êrişa hewayî ji saet 6ê berbanga îro va li seranserê Ukraynê hatîye lêxistin.
Ev teqîn saet 8:30 û 9ê sibê bîstekê piştî ku Hêza Hewayî ya Ukraynê ragihand baalfireke cengê ya Ûrsêtê ji cura Mîg- 31ê ku ji bo vêtina mûşeka balestîk a Kînjalê tê bikaranîn li esmanê Kîyêvê ye, qewimîn.
Vîtalî Kilîtçko şaredarê Kîyêvê gotîye ku ceryan li çend navçeyên vî şarî qut bûye. Wî gavekê şûn da jî raghiand ku di dabînkirina avê bo beşeke vî şarî da jî pirsgirêk derketîye.
Îgor Tirêxov şaredarê Xarkîvê jî ragihand ku dengê teqînê li vî şarî hat bihîstin.
Hêza Hewayî ya Ukraynê jî ragihand ku 11 balafirên bomhavêj û çend xwofirrên Kamîkaze yên Ûrsêtê l iesmanê şarên curbicur ên Ukraynê firrîyan. Şirketa ceryanê ya Ukraynê jî fermana vemirandina awarte ya ceryanê da.