Moskow: Reaktorên navokî yên Zaporîjîya û Korskê ketin ber êrişa terorîstên ukraynî
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê got ku Reaktorên navokî yên Zaporîjîya û Korskê ketin ber operasyonên terorîstî yên Kîyêvê.
Marîya Zaxarova Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê got: Reaktorên navokî yên Zaporîjîya û Korskê ketin ber operasyonên terorîstî yên Kîyêvê. Zaxarovayê herwiha got: Kîyêvê di cebilxanên xwe da gellek plan ji bo çalakîyên terorîstî hene, ji teqandina binesazîyên sivîl û kuştina sivîlan bigire heta terorîsma navokî.Viladimîr Pûtîn Serokomarê Ûrsêtê jî duh di civîna hilkolandina rewşa navçeyên sînorî yên wî welatî da amajeyî hewlên serneketî yên hêzên ukraynî ji bo êrişa ser reaktora navokî ya Korsê kir û got ku Ajansa Navdewletî ya Enerjîya navokî yê çend lêger û çavdêran ji bo hilkolandina vê mijarê bişîne.Berî vîya Wezareta Berevanîyê ya Ursêtê jî amajeyî vê yekê kir ku Ukraynê dil heye êrişî reaktora navokî ya Korskê bike û bi bîr xist ku agirberbûna li birca hêniker a reaktora Zaporîjîyayê jî bûye sedema zêdebûna dilnigeranîyan.