Moskow: 28 xwofirrên ukraynî li esmanê Ûrsêtê hatin jordaxistin
Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê di daxûyanîyekê da ragihand ku êrişa berfire ya Kîyêvê ser wî welatî bi awayekî serkevtî hat pûçkirin.
Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê ragihand ku hêzên berevanîya hewayî yên vî welatî 28 xwofirrên ukraynî li deverên curbicur ên Ûrsêtê ji wan li Volgogirad, Rostov, Bilgorûd û Biryanskê ji nav birine.
Di dewama daxûyanîya Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê da wiha hatîye: Ukraynê bi xwofirrna êrişî navçeyên curbicur ên Ûrsêtê ji wan Volgogirad, Rostov, Bilgorûd û Biryanskê kiribû.
Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê herwiha ragihand ku hemî xwofirrên ukraynî ji hêla mertalên berevanîya esmanî yên Ûrsêtê va hatin şopandin û rûxandin.
Servîsa Ewlehîya Federal a Ûrsêtê jî ragihandibû ku 3 mexmûrên istixbarata leşkerî yên Ukraynê destser kir. Kesên hanê plana teqandinekê li nîvgrava Kirîmê darştibûn.