Tebax 18, 2024 21:41 Asia/Tehran
  • Rêjeya Koçbêrên diçin Ewrûpayê,   sedî 40 kêm bûye

Rêjeya koçberên neyasayî yên ku diçin welatên Yekîtiya Ewropayê ji sedî 40 kêm bûye.

Li gişt Yekîtiya Ewropayê amarên nû yên ku li ser koçberan hatin weşandin, nîşan didin ku hejmara koçberên ku li mehên vê dawiyê berê xwe dane welatên ewrûpî kêm bûye.Polîsê Parastina Sînorên Yekîtiya Ewropayê ku baregeha wê ya sereke li Polonyayê ye, ragihandiye ku di 7 mehên yekem ên îsal de li ser sînoran 113 hezar û 400 koçber girtine.Li gorî agahiyên ku Polîsê Parastina Sînorên Yekîtiya Ewropayê dane, ev hejmar li gorî par ji sedî 40 kêmtir e.Koçberên neyasayî pirranî ji rêyên qaçax û neqanûnî xwe digihînin nav Yekîtiya Ewropayê.Di mehên derbasbûyî da dijberiya bi koçberan li welatên ewrûpî de pirr zêde bûye.