Rûsiya: Ukraynê bi mûşekên Amerîka êrişî me kiriye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i350566-rûsiya_ukraynê_bi_mûşekên_amerîka_êrişî_me_kiriye
Rûsiyê derbarê êrişa ukrayniyan bi mûşekên Amerîkayê ser pira Korskê agahî da. Wezareta Derve ya Rûsiyê tekez kir ku muhteml e Ukraynê mûşekên Amerîkayê yên bi navê Himars ji bo êrişên ser herêma Kurskê li axa Federasyona Rûsiyê bikar aniye.
(last modified 2024-10-11T12:34:58+00:00 )
Tebax 17, 2024 17:43 Asia/Tehran
  • Rûsiya:  Ukraynê bi mûşekên Amerîka êrişî me kiriye

Rûsiyê derbarê êrişa ukrayniyan bi mûşekên Amerîkayê ser pira Korskê agahî da. Wezareta Derve ya Rûsiyê tekez kir ku muhteml e Ukraynê mûşekên Amerîkayê yên bi navê Himars ji bo êrişên ser herêma Kurskê li axa Federasyona Rûsiyê bikar aniye.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiyê Mariya Zaxarova ragihand ku Ukraynê ji bo xerakirina pira li ser çemê Sîmê li Kurskê, mûşekên Himars ên Amerîkayê bikar anîye. Di encama vê êrîşê de hejmarek kuştî û birîndar hene.Zaxarovayê Ukrayna tawanbar kir ku rokêtên rojavayî ku muhtemel e yên Amerîkayê bin jibo xerkirina pira li ser çemê Sîmê li herêma Kurskê bi kar tîne. Di encama vê êrişê de çend kesên xwebexş ku di halê valakirina xelkê sivîl ji navçê bû, hatin kuştin.Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiyê got ku ev kiryara Ukraynê dê encamên cidî bi xwe re bîne.Rayedarên rojavayî ji êrişa Ukraynê ser Kurskê ya Rûsyayê pêşwazî kirin.