Rexneya nunera parlemaدa Fenlandê ji siyaseta Helsînkî li himber Xezeyê
Cîgira serokê Partiya Sosyal Demokrat (SDP) û nunera parlemana Fenlandê bi tundî şêwaza birêvebirina şerê hovane yê Îsraîlê li dijî Xezeyê rexne kir û hikûmeta wî welatî bi devojeniyên pûç û bê armanc tawanbar kir.
Nesîme Rezmyar, endama parlemana vî welatî li bakûra Ewrûpayê, hikûmeta Fenlandê ji ber dayîan dengê bêalî bo biryarnameya Civata Giştî yaNY ku daxwaza agirbesê û rawestandina piştevaniya ji Ajansa Alîkarî û xebatê bo Awareyên Filistînî UNRWAyê kiribû şermezar kir.û got: Ji wê demê ve, Fenlandê tiştek ji bilî hêviyek ne zelal û sergirtî ji bo bidawîhatina şerê Xezeyê nekir û i karekî taybet ji bo pêkanîna aştiyê an berpirsiyarzanîna her du aliyan nekiriye.
Rezmyarê her wiha dilnigeraniya xwe ya kûr ji cinayetên Rejîma Israîlê li dijî filistîniyan û xemsariya civaka navneteweyî nîşan da û got: Ev durûtiyek e ku hikûmeta Fenlandê bi aliyekê re ku jînosaydê pêk tîne di bazirganiya çek û sîlehan de hevkariyê bike.Wê di halkeê de ku ji hikûmeta Fenlandê wxest ku piştgiriyê bide boykotên bazirganî li dijî Îsraîlê got ku kok û mahiyeta cinayetên Rejîam Siyonîst eşkere bûye û hikûmeta Fenlandê êdî nikare di vê barê de hincetan bîne. Rezmyarê got: Birçîtiya giran û xoliya bajarên bombebarankirî, wesifkirina van tiştan zehmet e.