Madoro di hilbijartina serokomartîya Venezoelayê da ser ket
Li gorî ragihandina Komsyona Hilbijartinan a Venezoelayê, piştî hejmartina sedî 80yê dengan di hilbijartina serokomartîya vî welatî da, Nîkolas Madoro pirranîya dengan bi dest xist û bû serokomar.
Li gorî ragihandina Komsyona Hilbijartinan a Venezoelayê, sedî 80yê dengan hatin hejmartin û Nîkolas Madoro karî bi bidestxistina sedî 51.2yê dengan ji bo cara sisêyan di hilbijartina serokomartîyê da ser ket.
Reqîbê Madoro di vê dewra hilbijartinê da jî sedî 44.2yê dengan bi dest xist.
Cozef Borrel Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE`yê jî di vî warî da xwest ku rêz li vîna dengderên venezoelayî were girtin ku duh bi awayekî berfire di hilbijartina serokomartîyê da beşdar bûn.
Serokên hin welatên nola Ûrsêt û Sûrîyê serketina Madoro lê pîroz kirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî hilbijartina pirrcoş a li Venezoelayê nîşaneya misogerbûna gelsalarîyê li vî welatî zanî.