Belavbûna feqr û xizaniyê li Inglîzê
Zêdetirî nîvî (sedî 53) ji xelkê Inglîzê li gorî pênc sal ên derbasbûyî xizantir bûne.
Li gorî rojnameya Independent çapa Londonê6 ji her10 kesan li Inglîzê 6 kes yanê sedî 59 li bendê ne ku hukûmeta nû başkirina rewşa wan a darayî dayne destûrkara xwe.
Li gorî vê rapirsiyê ji 6 hezar kesên li seranserê Inglîzê , du-sêyan yanê sedî 67 ên malbatan ser wê bawerê ne ku divê hin rêçare bên berçav girtin ku ajovaniyê erzantir bikin.
Zêdetirî du-pênc yanê 42 ajokarên li Inglîzê li gorî pênc salan berê niha kêmtir dikarin bîmeya otomobîla xwe bidin.
Ji bo ku dabînkirina xerca bîme û sîgorteya trimbêlan hin kesan gotine ku wan ji betlaneyan ( sedî 27), ji xwarina li dervey malê (sedî 25) ji kirîna kelûpelên malê sedî 18 kêm kirine.
Tevî kêmbûna bihayên enerjiyê yên vê dawiyê li Inglîzê 6 ji 10 yanî sedî beşdaran piştrast nebûn ku fatûreyên wan ên enerjiyê dê di sala dahatî de kêm bibin.