Tîrmeh 27, 2024 19:53 Asia/Tehran

Duh rewşa aloz a li zîvala Xezeyê cardin ket rojeva 15 endamên civîna Konseya Ewlehiyê ya NY. Ev civîna ku lser daxwaza Rûsiye, Çîn û Cezayirê ji bo gotûbêja ser şerê Xezeyê û rewşa nalebar a xelkê Xezeyê hat lidarxistin, carek din ji ber piştevaniya ji Rejîma Siyonîst, veguherî meydana rûbirûbûna Amerîka û welatên din.

Di halekê de ku nunerên Rûsiye, Çîn û Czayrê di civîna konseya  Ewlehiyê ya  NY behsa alozbûna rewşê û barandina  zêdetirî 50 hezar bimbeyan bi ser xelkê Xezeyêkirin lê Amerîka cardiê piştgirî da Rejîma Siyonîst.

Balyozê Rûsiyê li NY  Vasilî Nebenzia  li civîna  Konseya Ewlehiyê  ragihand ku zêdetirî 50 hezar bombe bi serXezeyê  de hatine barandin û mal û binesaziyên bajaran wêran bûne.

Tişta ku li zîvala Xezeyê diqewime,  jînosayd e  ku Îsraîl dike . Ji bilî rexneyên balyoz  û nûnerê Çînê li NY ji siyasetên Amerîkayê yên piştgiriya  ji Rejîma Siyonîst, Emmar Bin Came nûnerê Cezayirê li NY jî ragihand:Cezakirina komî  cinayeta  cengê ye û Îsraîl  li himber  êş û azarên giran  ên gelê Xezeyê berpirsyar e.

Robert Wûd, balyoz û cîgirê nûnerê Amerîkayê li NY di vê civînê de tevî piştgiriya ji Îsraîlê got:

Hemas dikare bi qebûlkirina agirbesê dawî li êş û azarên xelkê Xezeyê bîne. Di halekî de ku Hemasê çendîn caran rêkeftina xwe bi agirbesa li şerê Xezeyê ragihandiye û eva Rejîma Siyonîst e ku bi hincetên curbicur ew  agirbesê red kiriye.

Li gorî  baweriya karzazan, Amerîka wek hevpeymanê stratejî yê Telavîvê di şerê Xezeyê de, bi piştevaniya Rejîma Siyonîst, şirîkê sereke  ê cinayetên Telavîvê li dijî gelê mezlûm ê Xezeyê ye.

 

Serepeyv