Tîrmeh 26, 2024 19:27 Asia/Tehran
  • Qedexetiya beşdariya bezvana misilman a firansî di merasima destpêkirina Olempîkê

Bezvana misilman a firansî ji ber hebûna hîcabê ji beşdariya merasima destpêbûna Olîmpîkê ku li Firansayê tên lidarxistin, hat bêparkirin.

Sonkamba Sîla, bezvana misilman a firansî di rûpela xwe ya Înstagiramê da bi rexneya ji ber vê biryarê nivîsî: Tu ji bo beşdariya di lîstikên Olempîkê ku di welatê Firansayê da tên lidarxistin da têyî bijartin, lê nikarî di merasima destpêbûna wê da beşdar bibî, ji ber ku xwewik di serê te da ye! Amîlî Odêa Kastêra, wezîra werzişê ya Firansayê, bereberê Olempîka 2024`an a Parîsê, di daxuyaniyekî da qedexebûna lixwekirina hîcabê di dema lîstikan da ji aliyê werzişkarên jin ên firansî ve piştrast kiriye! Piştî ragihandina vê qedexeyê, Marta Hortado, berdevka nivîsgeha Komîsariya Bilind a Mafên Mirovan a NY, di daxuyaniyekî da ku 26`ê Îlonê hate weşandin, vê qedexeyê nerast da zanîn.

Rêxistina Efûya Navnetewî jî ligel çend saziyên din bi şandina nameyekê li bara vê qedexeyê ji bo Komîteya Navnetewî ya Olempîkê, ji vê saziyê daxwaz kirin ku ji rayedarên werzişa Firansayê bixwezin qedexeyên li ser cilûberg û hîcabê çi li oelmpîkê û çi jî di bûyerên din ên werzişê da ji holê rakin. Lîstikên Olempîka Havînê, ji îro Îniyê ve bi mazûvaniya Firansayê destpê bûn û wê heta 11`ê Tebaxê berdewam bin.

 

Serepeyv