Tîrmeh 23, 2024 17:21 Asia/Tehran
  • Lavrov: NATO darê destê Amerîkayê ji bo serdestiya li ser cîhanê ye

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê pêgîrî kir NATO û Rêxistina Ewlehî û Hevkarî ya Ewrûpayê darên destan ji bo Waşîngtonê ne bona ku li ser cîhanê serdest bibe.

Sêrgêy Lavrov îro di civînekê bi nûnerên rêxistinên nehikûmî yên vî welatî de ragihand ku Amerîka welatên ewrûpî wekî rikeber dibîne.

Wî herwiha amajeyî serederiya vê dawiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê li hember hewldanên serokwezîrê Hungariyayê ji bo bidawîanîna şerrê ÛKraynê kir û got: Lê binêrin ka Yekîtiya Ewrûpayê bi Vîktor Orban, serokê YE`yê re tenê ji ber ya ku li ser peydakirina hevhatinê dewsa şêrr axiviye, çawan serederiyê dike.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê di dewamê da bal kişand ser alûgorên cîhanî yên ber bi cîhana çend cemserî ve û herwiha got:  Em dibin şahidê pêkhatina bilez a mêimariya cîhanî ya adilanetir, li ser bingeha çend navendên hêz û desthilatê.

Lavrov herwiha got ku nirxên rêziknameya NY bi dirustî cih nehatine; NATO û Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewrûpayê, darên destan in ji bo Amerîkayê ji ber ku bikaribe cîhanê bêxe bin kontrol û sedestiya xwe.