Tîrmeh 21, 2024 17:26 Asia/Tehran
  • Tedbîrên giran ên ewlehiyê bona girtina pêşiya xirabkariya muhtemel a li Parîsê

Polîsê Fransayê ji bo rêkûpêkkirin û rêgirtina li xirabkariyên muhtemel, tedbîrên tund ên ewlehiyê li paytexta vî welatî sepandin.

Bi nêzîkbûna destpêbûna fermî ya Olîmpîka 2024`an li Parîsê, ev bajar wek mazûvanê karwanên werzişî yên 208 welatan, ket bin tedbîrên tund ên ewlehiyê.

Geriyana bi serûber û deqîq a polîsan li ser çemê Sên, cihê ku merasîma destpêbûnê lê tê lidarxistin, yek ji girîngtirîn bernameyên polîsê vî welatî ye ji bo pêşîgirtina li her operasyoneka sabotaj yan xirabkarane.

Bicihkirina gelek hêzên polîs li seranserê bajêr bi taybet rêyên ku diçin gundê werzişvanan, yek ji tedbîrên din ên polîsê vî welatî ye ku bi hûrî çavdêriya hemû ketin û derketina xelk û tirimbîlan dike.