Kirêmlîn: Dijemûşekek Ukraynayê li ser nexweşxaneya zarokan jorda ket
Tîrmeh 09, 2024 20:04 Asia/Tehran
Berdevkê Koşka Kirêmlînê, Dîmitrî Pêskov, wek berteka li hember nûçeyên derbarê êrîşa ku tê gotin Rûsyê ser nexweşxaneyeke zarokan li Kîevê pêk aniye, tekez kir ku Moskow êrîşî navçeyên sivîlan nake.
Dîmîtrî Pêskov bal kişand ser wê yekê ku Rûsye armancên sivîlan nake armanc û wiha got: Moşeka ku li nexweşxaneya zarokan a li Kîevê ketiye, ne ya Rûsyê ye, lê dijemûşekeke Ukraynayê ser vê avahiyê jorda ketiye.Rayedarên Ukraynayê îdia kirin ku Rûsyê duh bi mûşekê Nexweşxaneya Navendî ya Zarokan a li Kîevê kiriye hedef û bajarên din jî bombebaran kirine. Li gorî rayedarên Ukraynayê, piştî vê êrîşê ku li gorî wan êrîşa hewayî ya herî kujer a mehên dawî bûye, herî kêm 41 kesên sivîl hatin kuştin.