May 28, 2024 17:54 Asia/Tehran
  • Spaniya, Norwêj û Îrlendê, Filistînê bi fermî wekî welatkî serbixwe nas kirin

Serokwezîrê Spaniyayê ragihand ku Madrîd tevlî 140 welatan dibe ku Filistînê wekî welatekî serbixwe bi fermî nas kirine.

Pêdro Sançêz got: Bi fermînaskirina welatê Filistînê ne tenê pêwîstiyeka dîrokî ye, belke rêyek ji bo gihêştina li aştiyê ye. Nihêrîna me li ser bi fermînaskiirna welatê serbixwe yê Filistînê anegorî biryarnameyên NY û helwêsta YE`yê ye.Serokwezîrê Spaniyayê destnîşan kir: Bi fermînaskiirna welatê Filistînê pêngaveka dîrokî ye ku îznê dide filistînî û îsraîliyan ku bigihîjin aştiyê. Em ê alîkariya hewldanên ji bo vegerandina welatê Filistînê nav civakên navnetewî bikin.Pêdro Sançêz herwiha got: Nika karê me yê sereke , bi dawîanîna qeyrana bêmînak a Xezzê ye û divê derbasgeh bona şandina alîkariyên mirovdostane bo vê navçeyê bên vekirin. Divê demlidest em dawiyê li giranbûna qeyrana li Zîvala Xezzê bînin û agirbesê pêk bînin. Em sozdarê ewlehiya li navçê ne û em ê bi welatên Ereb re ji bo lidarxistina Civîna Aştiyê hevkariyê bikin.Spaniya, Norwêj û Îrlendê îro Filistînê wekî welatekî serbixwe nas kirin; Pêvajoya ku bûye sedem rejîma Îsraîlê balyozên xwe ji van welatan derxîne û gef xwer ku wê derbê li van kesan xîne ku derbê li Îsraîlê xînin. Ispên Barêt, wezîrê karên derve yê Norwêjê jî roja sêşemiyê bi weşandina daxuyaniyekî bi fermînaskirina welatê serbixwe yê Filistînê rojeka taybet da zanîn.

Serepeyv