Veşartina desthebûna Amerîkayê li cinayetên Rejîma Siyonîst tevî şandina çekan bo vê rejîmê
May 11, 2024 08:17 Asia/Tehran
Wezareta Derve ya Amerîkayê di raporekê de ragihand, Em negihiştine wê encamê ku Îsraîlê qanûnên mirovî derheq bikaranîna çek û sîlehên Amerîkayê binpê kiriye!
Wezareta Karên Derve ya Amerîka duh di raporekê de piştî komkujiya zêdetir ji 34 hezar filistîniyan ragihand ku ew negihîştine wê encamê ku Îsraîlê di bikaranîna çekên Amerîkî de qanûnên mirovî binpê kiriye.Wezareta Derve ya Amerîka di rapora xwe de îdia kir ku ew lêkolînên derbarê binpêkirinamuhtemel a qanûnên bikaranîna çek û sîlehên Amerîkayê ji aliyê Îsraîlê ve berdewam dike lê hîna agahiyên tam ên ku piştrast bikin tune ne ku çekên Amerîkî "taybetî"di binpêkirinên qaşo mafên mirovan ên navneteweyî de hatine bikaranîn an na.