Borel: Îsraîlê alîkariyên mirovî yên bo gelê Xezeyê rehîn girtiye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i346219-borel_Îsraîlê_alîkariyên_mirovî_yên_bo_gelê_xezeyê_rehîn_girtiye
Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrupayê ji Rejîma Siyonîst jiber rehîngirtina alîkariyên mirovî bo xelkê Xezeyê bi tundî rexne kir .
(last modified 2024-01-27T02:20:10+00:00 )
Çile 27, 2024 05:41 Asia/Tehran
  • Borel: Îsraîlê alîkariyên mirovî yên bo gelê Xezeyê rehîn girtiye

Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrupayê ji Rejîma Siyonîst jiber rehîngirtina alîkariyên mirovî bo xelkê Xezeyê bi tundî rexne kir .

Jozêf Borêl, got: Bi berçavgirtina rewşa niha ya Xezeyê, şandina alîkariyên mirovî bo gelê Filistînê nabe bibe mijara muzakireyên siyasî.

 Wî bal kişand  ser civîna hevpar a  Konseya Wezîrê karên derve yên YE bi dîplomatên  pilebilind ên  welatên erebî û Wezîrê Karên derve yê Reejîam Siyonîst li Brukselê û got: Me bang li Îsraîlê kir ku ji bo parastina sivîlan, karmendan û binesaziya mirovî bi çêkirina îmkanên nû û bilezkirina  demajoya kontrolkirina kamyonên alîkariyê,  pêngavan hilîne. 

Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrupayê her wiah got:Li Rexê Rojava, asta bêmînak a tundûtûjiya bajaroknişînan û berfirehkirina çêkirina bajarokan gefê  li civakên filistînî û projeyên mirovî  bi diravê Yekîtiya Ewropî  dixwe û wê wêran dike. 

 Wî hişyarî da: qurbaniyên sivîl, wêrankirina zêdetir a Xezayê, zehmetiyên zêdetir ji bo filistîniyên li Xezeyê divê  bi lez bên kutakirin.