Kanûn 30, 2023 08:58 Asia/Tehran
  • Civîna dawî ya Konseya Ewlehiyê derbarê Xezeyê di sala 2023an

Civîna dawî ya Konseya Ewlehiyê ya NY di sala 2023`an li halekî de hat li darxistin ku endamên vê konseyê dilnigeraniya xwe ji berfirehbûna şerê li Xezeyê bo nav rexê rojavaya çemê Urdinê û cihên din ên Rojhilata Navîndane diyarkirin.

Lê Amerîka ku dijberê sereke yê pêkanîna agirbesê li Xezeyê û rawestandina bombebarana bênavber a Rejîma Siyonîst bû, careke din  li xwe mukur hat ku ew bi  dû bidawîhatina vî şerî nîne belkî li dûv şerekî kêmhêztir e. 

Xalid Mihemed El-Xiyarî, alîkarê sekreterê giştî yê NY bo karûbarên Rojhilata Navîn, di vê civînê de careke din daxwaza Sekreterê Giştî yê NY ji bo agirbeseke mirovî ya bilez  dubare kir û  derbarê berfirehbûna nakokiyên navçeyî ji ber sedema  şaştiya muhasibatî ya di encama pevçûnan li seranserê hêla avî ya  Lubnan û Îsraîlê   hişyarî daye.

Wî got ku rewşa mirovî li zîvala Xezeyê her ku diçe xirabtir dibe û  her roj gelek filistînî li rexê rojavaya çemê Urdinê canê xwe ji dest didin. 

çStefan DuCarîk , berdevkê NYê jî gotiye, di nava gurbûna nakokiyên navbera Rêejîma Siyonîst û Hemas û komên din li Xezeyê, sekreterê giştî ji berfirebûna zêdetir a van pevçûnan dilnigeran e ku dikare dûhatên bi xopan ji bo hemû navçeyê hebe. 

Serepeyv