Bahoza berfê û bayê tund li hin welatên rojhilata Ewropayê alozî pêk anî û bû sedema mirin û birîndarbûna çend kesan
Mijdar 27, 2023 17:14 Asia/Tehran
Destpêbûna zivistanê welatên Bulgaristan, Romanya, Moldavî û hin deverên Ukraynê xist nav aloziya ji ber berfê Li Bulgaristanê ji ber berfê li 4 navçeyan rewşa awarte hat ragihandin.
Serokwezîrê vî welatî Nîkolay Dênko ragihand ku niha hezar bajar bê kareba mane.
Medyayên Bulgaristanê ragihandin ku li Sûfyaya paytextê vî welatî ji ber zirar dîtina kablan, karebaya deverên başûrê bajêr qut bûye.
Di vê rewşa giran de sê kesan jiyana xwe ji dest dan.
Barîna berfê û şimitîna erdê jî li rojhilatê Romanyayê bû sedema bêserûberiyeke zêde.
Rêxistina Hewanasiyê ya Almanyayê jî derbarê cemed û berga giran û şimitînê hişyarî da.