Daxwaza senatora amerîkî ji bo rawestandina bombebarana Xezeyê
Senatoreke Patiya Demokrat a Amerîkayê daxwaza rawestandina bombebaranên Rejîma Siyonîst dijî xelkê Xezeyê kir.
Êlîzabêt Warên (Elizabeth Warren) roja Îniyê li Tora Civakîya X'yê nivîsî: Cenga Xezeyê gurtir dibe.
Vê senatora Eyaleta Masaçosêtê tekez kir: Êrîşên asimanî yên Îsraîlê avahiyên niştcihbûnê û binesaziyên gelemperî li Xezeyê wêran dike. Sînordariya derbasbûna alîkariyên însandostane jiyan dijwartir kiriye. Aniha bombebaranê rawestînin.
Ji aliyê din va hejmareke welatiyên amerîkî yên piştgirê Filistînê û dijberê şêrr, li Bostûna navenda Eyaleta Masaçosêtê xwenîşandan bi rê xistin û ji Warênê xwestin ku kiryarên zêdetir ji bo rawestandina cinayetên Îsraîlê dijî xelkê Xezeyê pêk bîne. Derdora 100 neraziyan hatûçûna sibehê li ser pirekê ku Bostûnê digihîne Kembirîcê, aloz kirin. Wan digot: Agirbes, Aniha!
Li gorî nûçeyeke din, Polîsê Amerîkayê bi dehan welat ku li Sanfransîskoyê ji bo piştevaniya ji agirbesê li Xezeyê xwenîşandan li dar xistibûn, desteser kirin.