Rûsiyê hinardekirina ardûyê bo piraniya welatan qedexe kir
Hikûmeta Rûsiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo istiqrara li bazara enerjiyê ya navxweyî, hinardekirina benzîn û qazoîlê bo piraniya welatan bi awayekî demkî qedexe kiriye.
Pavil Sorokin, Alîkarê Wezîrê Enerjiyê yê Rûsiyê roja pêncşemê di daxuyaniyekê de got: Ev qedexe demkî ye û tedbîrên zêdetir girêdayî bi têr û tijîbûna bazara navxweyî ye.
Sorokîn her wiha got: Ev sînordarkirina demkî dê bazara ardûyê ya navxweyî têr û tijî bike û buhaya ardûyê bo bikirran kêm bike.
Li gor vê raporê, hinardekirina benzîn û qazoîlê bo çar welatên Belarûs, Kazaxistan, Ermenistan û Qirqîzistanê ne qedexe ye.
Di mehên buhurî de, Rûsye rastî kêmbûna benzîn û qazoîlê hat, ku di encamê de buhaya ardûyê jorde çû.
Ev rewşa qeyranî li hin beşên cotkariyê li başûrê Rûsiyê ku di demsala hilberînê de ne, zêdetir e.