Neteweyên Yekbûyî: Bêrêziya li pirtûkên pîroz nayê qebûlkirin
Berdevkê NY bal kişand ser vê yekê ku em alûgurên li Iraq û Swêdê dişopînin û tekez kir: Bêrêziya li pirtûkên pîroz nayê qebûlkirin û pêwîstiya me bi rêzgirtina dualî heye.
Îstefan Dûcarîk, Berdevkê NY roja pêncşemiyê di nava koma nûçegîhanan de wek berteka li himber bêrêziya li Quranê li Swêdê û herwiha şewitandina balyozxaneya Swêdê li Bexdayê û qutkirina peywendiyên dîplomatîk di navbera Iraq û Swêdê de got: Em alûguên Iraqê, ji wa çûyîna neraziyan nav balyozxaneya Swêdê û agirberdana wê bi nigeranî dişopînin.
Berdevkê NY tekez kir: Pêwîstiya me bi rêzgirtina li hev heye. Eşkere ye ku bêrêziya li pirtûkên pîroz û navendên îbadetkirinê nayê qebûlkirin, lê mixabin ev çend qurne ne ku kiryarên bi vî rengî bo tehrîkirinê tên bikaranîn.
Ducarîk diyar kir: Divê xelk rêzê li mezheba hev bigrin û nabe xelk li dû hilkolandina van meselan bin