Tebax 25, 2023 08:41 Asia/Tehran
  • Berdewamiya şerxwaziya rojavayê li Ukraynê/ Almanya pakêteke nû ya çek û sîlehan dişîne Ukraynê

Di dewama şerxwaziya rojava li şerê Ukraynê de, Almanyayê pakêteke nû ya çek û sîlehan da Ukraynê ku beşek ji wê, mûşekên sîstema berevaniya Patriot, xwefirên keşfê û bi dehan milyon gulle ne.

Hikûmeta Almanya roja Pêncşemê ragihand ku di vê pakêta nû de  ku dane Ukraynê, trimbêlên zirxî, sîstema berevaniyê, topxane, alavên endezyariya leşkerî û alavên taybet  ên parastinê hebûne. 

Di pakêta nû  de sîstema berevaniya mûşekî ya Patriot û mûşekên wê" de, 8 sîstemên nû yên  keşfkirina xwefiran  û 40xwefirên keşfê yên  Hydran RQ-35 dane Ukraynê.

Di vê pakêta çekan de  her wiha 31 milyon gulleyên biçûk jî dane  Ukraynê.

Sercem alîkariya çek û sîlehî û  û ewlehiyê ya Almanyayê  bo Ukraynê di sala 2022an bayê nêzîkî 2.17 milyar dolarî bû ku îsal gihîştiye 5.85 milyar dolarî.

Rayedarên rûsî û hin pispor û medyayên rojavayî, şerê Ukraynê weke şerê wekaletê di navbera rojava û Rûsyayê de dane zanîn.

 

منبع خبر

Serepeyv