Di encama êrişa xwefirên Rûsiyê de bi dehan terorîst hatin kuştin û birîndarkirin
Di encama êrişa xwefirên Rûsiyê bo ser parêzgehên Idlib û Hama li Sûriyê , bi dehan terorîstên biyanî hatin kuştin û an birîndarkirin.
Çavkaniyeke agehdar ragihand ku îro pêncşemê komeke xwefirên rûsî çeper û baregehên koma têrorîst a Hizba Îslamî ya Turkistanê li mêhwera Cisr El-Şexûr li parêzgeha Idlibê û Sehl El-Gabê li parêzgeha Hemaya Sûriyê bombebaran kirin.
Vê çavkaniya agehdar her wiha ragihand: Di encama van êrişan de, herîkêm 25 terorîstên biyanî hatin kuştin an birîndarkirin û ku hejmarek serkirdeyên terorîstan jî di nav kuştiyan de hene.
Vê çavkaniyê eşkere kir: Li gor agahiyan terorîst xwe bi bi xwefir û mûşekan amade dikin ku êrişî ser çeperên artêşa Sûriyê bikin.
Terorîstên Çînî tev terorîstên Çeçenî û Ozbek roleke girîng di bidestxistina kontrola bakur rojavayê Sûriyê de hebûne.