Hişyariya NY derbarê xetera DAIŞê bo Efaxnistan û navçeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i343050-hişyariya_ny_derbarê_xetera_daiŞê_bo_efaxnistan_û_navçeyê
Li gorî raporên Konseya Ewlehiyê ya NY, koma terorîst a DAIŞê gefa herî cidî dijî Efxanistan û navçeyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 14, 2023 12:49 Asia/Tehran
  • Hişyariya NY derbarê xetera DAIŞê bo Efaxnistan û navçeyê

Li gorî raporên Konseya Ewlehiyê ya NY, koma terorîst a DAIŞê gefa herî cidî dijî Efxanistan û navçeyê ye.

 

Antonyo Gotêrêş, Sekreterê Giştî yê NY li 17-emîn rapora xwe derbarê gefa DAIŞê dijî aşitî û ewlehiya navneteweyî diyar kir ku welatên endamê Konseya Ewlehiyê, DAIŞ wek gefa herî cidî  ya terorîstî li Efaxnistan û navçeyê dinirxînin.

 Gotêrêş her wiha got: Li gor raporan, DAIŞê şiayna  xwe ya cihanîan opersyonan li nava Efxanistanê zêde kiriye û tê texmînkirin hejmara şervan û endamên malbata wan di navbera 4000 heta 6000 kesî be.

 Gotêrêş her wiha got: Êrişên DAIŞê ser Talibanê û armancên navneteweyî di halê berfirehbûnê de ye.

Li gor raporan, stratejiya vê komê niha, cihanîna  opersyona bona êrişa ser kesên bi nav û deng bona lawazkirna  şiyana  Talibanê bo dabînkirina ewlehiyê ye.