Tîrmeh 17, 2023 11:57 Asia/Tehran
  • Dije êrişên Artêşa Ukraynê li navçeyên ku li Rûsiyê hatine zêdekirin, işkest xwarine

Serokkomarê Rûsiyê derbarê işkesta dije êrişên artêşa Ukraynê li navçeyên ku li ser Rûsiyê hatine zêdekirinê, agahî da.

 

 Viladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Rûsiyê îro yekşemiyê di hevpeyvîna bi televîzyona  dewletî ya vî welatî re regihand ku dije êrişên artêşa Ukraynê li navçeyên ku li Rûsiyê hatine zêdekirin, ji wan li Donêtsk, Lohansk, Zaprojya, Xersûn û nîvgrava Kêrîmê işkest xwarine. 

 Pêştir Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê derbarê  pûçkirina dije êrişên nû yên eskerên Ukraynê ji aliyê eskerên Rûsiyê ve di encama operasyona eskerî li Ukryanê agahî da. 

 Hevgavê daxwaziyên berdewam ên Ukryanê bona endametiya  nav NATOyê  de û wergirtina alîkariyên çendîn milyon dolarî yên vî welatî ji rojava û piştî liv û tevgerên vê dawiyê li nêzîkî sînorê Rûsiyê, Viladîmîr Pûtîn, Serokkomarê vî welatî, 24 sibata 2022an di bersiva daxwaza alîkariya eskerî ya rayedarên  navçeyên Dontsk û Lohanskê li rojhiata Ukraynê, fermana  êrişa ser navçeya Donabsê  da.

Piştî wê, xwefir, topxane û sîstemên mûşekî yên Rûsiyê, meqerên eskerî yên Ukryanê dan ber êrişan. 

 

 

منبع خبر

Serepeyv