Hezîran 19, 2023 10:22 Asia/Tehran
  • Yekitiya Ewrûpayê dê di şandina çek û sîlehan bo Kiyêvê lezê bike

Serokê Pêşeyê yê Yekitiya Ewrûpayê derbarê lezkirina li radestkirina çek û sîlehan bo Ukraynê bona alîkariya çek û sîlehî bo vî welatî dijî hêzên Rûsiyê agahî da.

Tîrî Bêrtûn, Serokê Pêşeyê yê YE şeva buhurî di hevpeyvînekê de bal kişand ser berpirsiyariya vê yekitiyê bona dabînkirina yek milyon çek û sîlehên bi kalîbêra zêde di 12 mehên bê û got: Emê hewldana xwe bo radestkirina çek û sîlehan bo Kiyêvê zêde bikin ji ber ku çek û sîlehan roleke giring di şerê giran ku li Ukryanê didome, heye. 

 Bêrton got: Me bi curekê plan darêştiye ku ev şer heta heke çend mehên din  an heta zêdetir jî bidome, em bikaribin çek û sîlehên pêwîst ên Ukraynê berhem bînin. 

 Li gor vê raporê, Ukraynê destpêka vê mehê amûrên xwe yên locêstîk bo istandina erdên xwe ji hêzên Rûsiyê destpê kir. 

 Lowîd Astîn, Wezîrê Berevaniyê yê Emerîkayê pêncşemiya buhurî ji hevpeymanên Kiyêvê xwest ku  bo dabînkirina çek û sîlehên zêdetir hemî çavkaniyên xwe bi kar bîne. 

 Di eynî demê de, Serokê Dêpartimana  welatên  hevdeng li Wezareta karên Derv ey a Rûsiyê got: Hevkariay nêîzk a Kiyêvê bi NATOyê re bi tenê çareserkirina qeyranê paşde dixe. 

  Elêksî Polîşçok, Serokê dêpartimana  welatên Hevdeng li Wezareta karên Derve ya Rûsiyê got: Mixabin armanca welatên rojavayî ne ewlehiya Ukraynê ye  belkî îstifadeya ji wê wek amûrekê bona rawestana li ber Rûsiyê ye, hevkariya nêzîk a îro di navbera Rejîma Kiyêv û NATOyê heta bêyî tomarkirina fermî ya endametiya di hevalbendiyê  me li aşitiyê nêzîk nake lê çareserkirina qeyranê paşde dixe. 

 

 

Serepeyv